Reco
Turkey /
Hatay /
Hassa /
World
/ Turkey
/ Hatay
/ Hassa
Cîhan / Sûrî /
town (en)
Add category
Bajarokê Reco (yekcaran jî Rajo, Recê, Raju, Radjou; erebî: بلدةراجو, مركز ناحية راجو) li ser girekî zinarî û hewreyî ye di orta bilindiya Baylan (Balyan) de li Çiyayê Hawarê, beşekî bilind e ji Çiyayên Kurmanc (Kurdaxê) ye, û bi qasî 585 meteran bi ser asteya deriyayê ve dikeve; ferehiya devera Raco (yanê bajarok bi 65 gund û baxçe yan Laylan/Baylanên derdorê wê ve) bi qasî 352 kilometrên ciwarkuşe ye. Li Raco di roja şemiyê ji pir zû de de bazarekî mezin çêdibe, şêniyên gundên derdora wê dihên wir, kirîn û firotanan, yanê karên bazariyên xwe li wê derê dikin. Hejmara niştîvanên Raco berve 4.000 kesan ve diçe. Di Rajo re ji sala 1912 rêza tirêna Berlîn-Baxdadê derbaz dibe. Gundên bi nizîkî li dor Raco ev in: Hac Xalîl, Atmana, Mosaka, Muskan (yan Mûskê), Memalan, Hopkan û Banîkan.
Wikipedia article: http://ku.wikipedia.org/wiki/Reco
Nearby cities:
Coordinates: 36°40'27"N 36°39'43"E
- Meydan Ekbez 17 km
- Xirabê Şera 25 km
- Cerablus/Kaniya Dîl 120 km
- Girê Spî 202 km
- Hec Xelîl 2.1 km
- Pîrozgeha Mihemed Elî 4.1 km
- Çiyayê Kurmênc 13 km
- Operasyona Şaxa Zeytûnê 17 km