Tac Majal (Агра)

India / Uttar Pradesh / Agra Cantonment / Агра
 mausoleum (en), place with historical importance (en), UNESCO World Heritage Site (en), historical building (en)

Tac Mahal an Taca Mahalê yek ji bermahiyên bêhempa yên cîhanê ye. Bi xwe goristaneke bîranînê ye. Ji aliyê Cîhan Şah (yek ji Mongolê Mezinan) ve ji bo bîranîna jina wê Mumtaz Mahalê (di çanda devkî ya Kurdî de Banû ya Bêhngul) hatiye çêkirin. Li federedewleta Hindistanê Ûttar Pradeşê lê nêzîkî bajarê Agrayê ye. Di nava salê 1631 - 1648 de hatiye çêkirin. Li ser bingeheke 100 m x 100 m marmorî wekî mozûleûmeke 58 m bilind, 56 m fireh hatiye sazkirin. Goristanên Mumtaz Mahal û Şah Cîhan li wir in. Bi tevî minare, lêzim û baxçeyê xwe li ser xakeke mezin e. Wekî arkîtektî bermahiyeke bêhempa ye û di lîsteya bermahiyên bêhempa yên cîhanê de ye. Tac Majal di sala 1983 de ji aliyê UNESCO ve bo mîraseke çanda dinyayê hate girtin û kete bin parastina wê. Nimûneyeke bêhempa yê arkîtektiya Îslamê ye. Di xemlandina wê de gelek zêr, kevirên zimrût û aqut hwd hatine bikaranîn. Ji aliyê xetçêkeran ve gelek ayetên Quranê hatine nivîsîn. Di çêkirina şaheserê de zêdetirî 20.000 karker tên bikaranîn.
Coordinates:   27°10'22"N   78°2'31"E